Demjimêr Çil û Heştê Nîvê Spêdeyê
Hîn
Çivîk raketî
Û refê tiliyên min
Hişiyar
Demjimêr çil û heştê
Nîvê spêdeyê ye...?!
Hîn zûye
Destên spêdeyê
Bi berf û mijê
Dagirtî
Ne spêde
Ji xew radibe
Û ne tiliyên mîn î
Ku di nav porê spêdeyê de
Tevizî
Radikevin...!
Spêdeye...
Berf dibare
Û tiliyên min î
Ku di nav destên spêdeyê de
Lerizandî...
Fîdan û şitlên ku xak
Azirandî...
Û meyvegotinên
Ku ji xameyê
Wêrivandî...
Demjimêr çil û heştê
nîvê spêdeyê ye...!
Hîna zûye...
Û dêliya takîbitenê
Ku sîbera wê
Welatek digirt...!
Û şaxên ku hîn jî
Xwe li nuqa jiyanê
Radipêçin
Serê vê spêdeyê
Bi serdana berfê re
Hatin...
Û bi ser min de barîn.
Spêdeye...
Belgeyên spî
Binazenîn dibarin
Gaveke din
Dê berf ber bi
Damarên axê ve
Biherike...
Û ev qeyika ...
Ku serê vê hoşiyariyê
Nîv xilmaş
Kî dê...
Derengî
Pêlvedana bîranînê
Ji qeyika bîrîkirinê re
Bibe berav...?!
Hîn zûye...
Û çavên spêdeyê
Kor in.
Ber bi berfê ve
Bîrdanka azarên çil û heştê
Dilop, dilop
Dirije...
Zûye û berf hîn dibare
Ji pencereya xwêsî girtî
Dinerim
Daristan...
di bin barê berfê de
Gevizî
Û di bin berfê de
Kulîlkên serxweş..!
Û tliyên min
Hîn jî...
Ji xameyê diwêrivin... !
Hîna zûye...
Rûdêmên spêdeyê
Sar in.
Neynûkên sirê
Xar in.
Û ez di qubletgeha berfê de
Di lêgeriyaneke bê dawî
Hîna jî...
Rêyan...
Û hevokên nedîtber li ser zarê
Daristanê bi dilgermî dixwînim
Gerhok im...!
Hişê min gerhok e...!
Û hîn...
Tiliyên min gerhok in...!
Gerhok im...
Û di tûrikê gerhê de
Çil û heşt bar
Ji tovê bi hezê nixumandî
Kî ew çand...?
Kî ew bi firmêskên zelal
Vejand...?
Dildar..
Tên serdangeha berfînokan
Ku diçin
Li şûn xwe
Jibîrdikin
Hinek ji xwe
Û pirr ji qefdên dîlokan...!
Spêdeye
Û ez ...
Di wargehên bi mijê
Û bîna xameyê dagirtî
Li xwe haye dibim
Ku sal...
Xapîn in
Salek...me radestî yeke din dike
Û demên bihûrî
Mîna rewrewek û xewnê
Kî me û li kû me...?
Û wiha hiş...
Min dibe û tîne
Û wiha bi hin ramanan bîrewerî dijene...!
Spêdeye
Û di bin berfê de
Rê kesk in..!
Li têgehên hebûna bêdeng
Û rewanê jêderên pîroz digerim
Digihim/ nagihim
Û çil û heşt
Salên dînok...!
Û bi dehan
Werzên dirêj
Geh şad
Geh xeydok...!
Û dilê min...
Ku di nav destên zordariya temen de
Zuhabûyî û hîn ne zuha...!
Û çavên min
Ku li dergehê
Welatekî digerin...?!
Û demjimêr
Çil û heştê
Nîvê jiyanê
Awirên te
Ku li rasta
Pêlvedana hestên min
Dibin
Gotinên te
Ku li têla herî nazik
A dilê min dixin
Şaxên daristanê
Ku di bin barê berfê de
Çokdayî...
Kesk dibin...!
Çil û heşt bihişt
Di pêjna te de
Kesk dibim...!
Kesk dibim...
Na, na heşîn dibim...!
Û serê vê spêdeyê
Û hemû spêdeyên sava
Çavên te
Ji qehweyê axê
Hilma te
Ji yasemîn û gulavê
Û li ser textê sîngê
Çar zevî
Sinbilên
Destnimêjgirtî
Bi şevnem û xunavê
Û hîn di lêgeriyana xwe de
Ta bê dawî
Gerhok im
Û hîn...
Û ta xirêna mirinê
Li dergehê
Welatekî digerim...?!
Gerhok im
Diçim...
Dûr diçim
Û her ku dûrtir dibim
Bêhtir...
Ber bi pêjna te ve têm
Ber bi çil û heşt rojbûnên
Binefşên...
Ku li ser zendên te ên badayî
Digernijin...!
Çendîn...
Spêde xemrevîn dibin
Dema ku
Bi çavên te dinerim
Di wan de
Kûr û dûr diçim
Û dema ku
Ristên min
Bi dilê de dipûnijin...!
- Stok Durumu: 99
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Mizgîn Hesko
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 76
- Dil: Kurdî
- Baskı: Tirmeh 2023
- ISBN: 978-625-7085-86-1
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir