Welatekê jê direvin
û ji bo
vedigerin
Zor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên
xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwantirîn wêneyên dahênanê nimayiş
bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin
dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz
dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine nivîskarên
şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nasnavê dahênan bibe, gereke xwe bi
şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî
tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr.
Samî Qire amajê pê dike û dibêje; “xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên
quranê ye”, ji ber ku di pirosa xwendinê
de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna
wî dibe, di wê pêvajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên
dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwendin pencerek be ji bo bazdanê ji
ketwarî. Hevdem derwazê vegeriyanê ye ji bo heman jîwar.
Reng e roman yek e ji tuxmên edebî yên zortirîn maweyê ji
bo xwendevan berceste dike da têkilî ezmûna nivîser ya miştî dahênan û şarezaya
jiyanewer û cîhana wî ya xeyalî bibe, ne ku tinê di gel hejmara rûpelan û
dirêjiya demê ya nivîsînê mijûl bibe. Ji ber ku roman rûdanên zêdetir û
mewdayên demên dirêjtir ji regezên di peyv û riste û peregirafan de têne
rêzkirin bi xwe ve digire.
Li gora bûyerên romanê û ristina bi hêz ya nivîskar
pêximet gehiştina encam û armancê dadirêje, delîva hevrikiyên navxweyî ji bo
kesatiyan ferahim dibe, di encam de roman rûber û mewdayên cihdemkî yên berîn û
fireh terz û şêwazên nivîsanê yên heme cûr dafirîne, hebûna vê saxletê jî
pêdivî bi romanivîsekî heye ku dîmenên ji rûdanan bilindtir nîşa xwendevan bide
û pêgehên kesatiyan di romanê de û nêzîkbûna wan ji hevdu û velvînên di navbera
wan de di deq û diyalogê de bi zelalî diyar bike.
Pilan û şêwaz:
Nivîskar romana xwe bi encamdana tawaneka kuştinê dest pê
dike, bi rûdana tawanê kesatî û karekterên xwe dide nasîn û sîmayê mijawiyê
peywendiyên di navbera wan de berçav dike, bi wî awayî xwendevan radikêşe di
nav cîhana xwe de. Romanivîs şiyaye bi rêya teknîka bagrawandî (flaş bag)
dûmahiya rûdanan bike pêşekî û paşî vegere destpêkê da bi zivîneka bê rawestan
bide romanê. Bi wê çendê xwendevan agehdarî şêwazê têkiliyên di navbera
karakterên serekî û lawekî yên romanê de kiriye. Bi wî şêwazî şiyaye asta hêz
û lawaziya wan peywendiyan xuya bike û rol û meremên her kesatiyekê û girêdana
wî bi rûdanan ve diyar û ava bike.
Ev şêwazê veguhastinê ji rabirdûyê ji bo henukeyê bûyeran
kûr û girêkedar dike. Bi wê çendê hemû dema xwendevan yê berhev e bi ladana
perdê ji ser pêşhatan yekser suprayzên cûra û cûr werbigire. Ke wate xwendevan
yê grêdaye di gel nivîskar û hewlên wî yên bê rawestan pêximet vekirina girêkên
asê û nehêniyên bûyeran.
Bo mînak, eger û hêmayên tawana kuştinê ew a nivîskar
kiriye derazînka romanê nayêne dîtin û zanîn. Ji ber ku di laperên dawiyê de ew
peywendiyên aloz ên di navbera karakteran bi xwe de ji layekî ve û di navbera
karakter û cih û deverên rûdanan de ji layekî dî ve têne ravekirin, ji bo
gehiştina wê qonaxê jî xwendevan guhdariya dengê romanivîs dike, ku car bi car
derbazî keval dibe da bagrawandê rûdanan jê ra behs bike, yan jî hindek
dergehan ji bo xwendevan veke da bigihê wê xal û armanca li destpêka romanê
hatiye diyar kirin. Bi vê çendê buha û giringiya tevlêbûna xwendevan ji bo deqê
di destên wî de eşkere dibe, bi dûr jî nayê zanîn xwendevan ji xwendineka tîworî
derbaz bibe û di jiyana xwe ya rojan e de bikeve jêr bandora rûdanên romanê,
nexasim heger rewş û baredoxê xwendevan hevşêwê bûyerên berçavkirî bin.
Kesayetî:
Her çend perde ladan bi ahengeka hindek karakteran dest
pê dike, belê romanivîs li destpêkê kesayetiyên xwe ji bo xwendevan nedane
nasîn. Ew dîmenê ahengê bê nav hêlaye û tinê pesineka têr û tesel daye
hejmareka kesayetiyên di nav de, yên mayî ji bo xwendevan hêlane da hewil bide
bi tê hizirên û tevlêbûneka kûr binase û bi gêleşoka rûdanan ve bête girêdan,
li dûmahiyê bigihê rastî û awayê peywendiyên di navbera karakteran de û li
gorî pesna nivîskar kesatiya her karakterekî nav bike.
Pêdivî ye xwendevan di gel rûdanên romanê bijî û hewlên
zêdetir bimezêxe da bişê di gel pêşhatan biçe, ji ber ku hemû rûdan li ser yek
rûtim û qewan e derbaz nabin. Belku piraniya caran ji nişkê ve ji bo rabirdûyê
têne rakêşan da rastiyên henukeyî jê ra zelal bibin. Ev e bi xwe jî piroseka
girêkedar e ji ber ku nivîskar taybetmendiya şêwazê xwe li ser 'eqilyeta xwendevan
zal dike bi awayekî ji ketina di navbera rabirdû û henukeyê de qortal dibe bêyî
ku herdu serdeman tevlihev bike.
Nivîskar zor bi hûrbûnî temaşeyî derdeseriyên mirovî
kiriye dema warê xwe ji dest dide, guhdariya jan û nalînên ji henasên awarebûnê
vedipeşin, kiriye. Ji bo nimûne navê qaremana romanê ku “Nalîn”e ji valatiyê
nehatiye, belku derbirînê ji derdeseriya ji destdana welat. Dîsa Bayîz amajeyê
ji bo zerbûn û weryan û mirineka hêwaş.
Ew derwazeyê polîsiyê nivîskar roman pê destpêkirî, di kêlîka
yekê de xwendevan dixapîne, çima wesa hizir dike yê li hember romanekê ji
cîhana Agata Krîstî. Belê her zû beşdarî cîhana nivîskar dibe û çend kûrtir noq
bibe di xwendinê de zêdetir derbazî wan derîk û kurte rêka dibe yên nivîskar bi
rûdanan raçandin û kesatiyên romanê velvînan tê da dikin û piştbestiyê bi
hindek dîmen û kevalên rast û jîwariyên jiyana rojane ya awaran dikin. Ku
dixwazim tenê ristekê li ser vê çendê ji zimanê romanivîs vegêrim, ew ê car bi
rolê Bayîz radibe û car jî rolê romanivîs digêre û dibêje: “Ser û sîmayê xelkê
hêdî hêdî tête guhartin, hevalê îro yê bûye dijmin û dijminê duhî yê dibe
hevalekê nêzîk û bawerpêker.”
Babet:
Her ji yekem tîp û peyv babet û mijara romana “Nalîn”
amajeka zîq e ji bo pirsên aware û welatekê dagîrkirî, ji nişkê ve xelkê hest
kir ku yê xerîb û namoye di nav welatê xwe de, yê neçare yan li jêr rewş û
kawdanekê veder ji pîverên mirovatiyê jiyana xwe derbaz bike, yan mişext bibî û
bi jiyana awarebûnê razî bibî, helbet rêja herî zor a wî xelkî awarebûn hilbijart
û sînor derbaz kirin bi wê ûmêdê ji bo demekê kurt li devereka nêzîk ji
wargehê xwe akincî bibin. Belku careka dî vegerin, yan jî bazdin û pêximet
jiyaneka aram û bextewer sîngê xwe bidene deryayê û bigihine kinarên dorên
Ewrupa.
Piştî welat ji bal xwedî alayên reş ve hatiye dagîrkirin
û ji bo qortalkirina jiyana xwe piraniya xelkê bazdaye, welat ji akincîbûyên
resen vala bû. Ji egerê şer û hevrikiyên çekdarî ku ter û hişk pêk ve disotin
bi warê jiyan û komelayetiyê xelkê aloz bû, yan jî li gorî gotina romanivîs;
“welat bi sitûnî û asoyî di navbera berhingar û layengiran de hate parçekirin û
parvekirin. Rewş bi awayekê bi lez û metirsîdar vajî dibû).
Xewna gehiştinê ji bo behişta aram a li pişt kenaran
xelkê aware û penaxwaz li pey xwe radikêşa, bêyî ku bîr li çarenivîsekê bê oxir
di nav pêlên deryayê de bikin. Zor cara romanivîs bi rijdî li ser vê pirsê
rawestaye ku dibêje; “kesê bextewer û bi şans ew e yê bi kêmtirîn ziyan bigehê
kenarê aram, Ewrupa. Behişta çaverêkirî”.
Ji layekê dî ve û her derbarê pirs û jiyana rojane ya
awareyan ku bi dîmenê qulaçeka dozexê tête wesif kirin, nivîskar pêdagîriyê li
ser dane nasîn û qîtkirina wan kesan dike yên mifayê ji revîn û mişextbûna
xelkê dibînin, derûnê wan bazirganên mirovan yê pir bûyî ji tema'yê, êdî henaseyên
hebûna awareyan êxsitine jêr fişara kirîn û firoştinê “Ewrupa behişta
çaverêkirî ye, xewneke hestên bi hezaran penaxwazan darînî, çarenivîsê wan têxe
ber bayê û dike barmitê destê qaçaxçî û bazirganên mirovan, daristan ya bûye
bazarekê reha, her tişt tê da tête kirîn û firoştin û her tiştekî buhayê xwe
heye, belê tema'î serpişk e”.
Pesna hûr û hemî layena wan cih û deverên rûdan lê
diqewimîn fakterekê giringê serinc rakêşana xwendevan e, eger xwendevan wan
cih û devera nas bike û di nav de jiya be, wê demê ew wêne romanivîs nimayiş
kirî dê yê jîwar be, xwendevan dê rûdanan bi çav û bi şêweyekê zelaltir bibîne,
ev kartêkirine jî ji bo nivîskar vedgerê ku di yekem tîp û peyvên romanê de
hewil daye xwendevan bike layengirê pirseka giring û hestiyar û di gelek
kêlîkan de pêdagîrî li ser kiriye.
Sererayî wê çarçûvê nivîskar hilbijartî ji bo
pêşkêşkirina romanê ku çarçûvekê romansî ye. Çîroka 'eşqa herdu qaremanên
beruka astengên jiyanê girtin dikeve serê dûryanekê, renge li dawiya rûdanan
dîsan bi hevdu şad bibin yan jî ji bo heta hetayê ji hevdu veqetin û viyana wan
jî weku bi sedan nimûnên hevşêwe bibe çîvanokek û bête ji bîr kirin. Belê di
nav rûpelan de xwendevan dizane ku ew çîroka hezjêkirinê ne bi tinê çarçûveke
ji bo nimayişkirina jiyana wî xelkê şer û baredoxekê tehil neçarkirî ji welatê
xwe mişext bibe û pêximet qortalbûn ji mirinê û şadbûn bi jiyaneka aram qesta
biyanistanan bike. Belku ew çarçûve bi xwe yek e ji armancên nivîsîna çîrokê û
yek e ji şengistên rûdan li ser hatine avakirin. Di hundirê wî çarçûveyî de
romanivîs şîraz û helwaşê civaka xwe li pêşî şer dide nasîn. Ka çewa partiyên
siyasî (hizba Beisî weku mînak) kontrola her tiştekî dikir û noker û birîkarên
wan raportên vala ji rastiyan li ser xelkê dinivîsîn û didane dezgehên emnî ku
Payîz bi xwe jî yek bû ji qurbaniyan. Nuke Beisî û nokerên wê hizbê bûne
berhingarên siyasî û şirovekarên rewşa wî welatê wan bi xwe firoştî. Weku Nalîn
dibêje; “ma ev e ne Merdanê noker e. Kengî bû berhingar. Belku bûye
şirovekarekê siyasî jî. Ew kesekê gewad û durû ye, hemû temenê xwe di azardana
xelkê de derbaz kir û gelek kesên hejar û bê guneh dane zîndan kirin û binçav
kirin).
Vî şerî çewa welat wêran kir û pêkvejiyana xelkê wî
bijikand (di şeran de gişt binema dihelweşiyan li pêşiya hemûyan jî exlaq). Di
encam de bi hezaran kes û xêzan derbider bûn û jiyana wan kete jêr xîvetan li
kempên awarebûnê. Di vê rewşê de herdu çînên hejar û mamnavend û hindek ji
xelkê dewlemendê samanê xwe ji destdayî wek hev lêhatin, mîna Keder ew î gelek
ji samanê xwe ji dest daye û bûye yek ji akinciyên xêvetgehan û ew kesên hinek
dirav jî mane di destan de xaniyek li bajar bi kirê digirtin.
Romanivîs
pesna derdeseriyên awareyan dike. Jiyana kempan dozex e. Nexasim di gel sotina
rojane ya xîvetan weku kesatiyekê romanê behs dike; “. Em yek bi yek dê
bisojin. Me xwe ji kuçikê avête di tenûrê de”, di werzê zivistan û sermayê û
befrê de, ew dozex e dibe parçeka qerisî, di gel yekem pêlên baranbarînê kolan
dibine gom û zilkavên teqnê, xîvet li hember xezeba barove û reşebayan dibine
yarîk. Ev e ji bilî zêdebûna tundûtîjiya xêzanî û rûdanên sotin û xwe sotinê ku
rojane giyan û cesedê hinekan dibe pêxwarina agir. Taybetmendiyên kesokî hebûna
xwe nemaye, jiyana hemûyan tevlihev bûye, weku li ser zarê yek ji kesatiyên
romanê tête vegêran; “Tu temaşeyî hevjîna min dikê dema diçê destavê.?” . Yan
weku Nalîn behs dike; “ev cih e ne weku gund e û ne jî bajar, ev e şêwazekê nû
yê komelgehên hilweşiya ye, ji bilî derdeserî û xerîbiyê hîç peywendiyek vî
xelkî pêk ve girê nade.”.
Nivîskar
hewil dide li ser zarê gotî çarçûvê taybet û girêdayî jiyana cotbûna kesatiyên
xwe bişkênî, ku her di laperên yekê de ew şêwe peywendî ye xuya dibin. Ew cûre
kiryar e jî yan di haletên îstixlala sêksî de ji layê bazirganên mirin û
mirovan ve tête wêne kirin, yan jî di retkirina qonaxa sinêleyî û peywendiyên
malbatî û mirovkanê de peyda dibin. Amaje kirin bi hewleka gêçeliyê bi Nalînê
hêj ku zarok, birînek û şûn dirbek di derûnê wê de hêlane û nayêne ji bîr
kirin. Yan jî amaje kirin bi cotbûna mela di gel hevjînên xwe û hêmayên bi xwe
ve digirtin derbarê şûkirina keçên biçûk. Yan jî mandelkirina peywendiya
jinbava Hemedok hevalê Payîz di gel hindek zilaman. Yan bi asayî wergirtina
'eşqa di navbera herdu qaremanên romanê de ku pêdivî bû bi hevjîniyê şad bibin
û sernegirt. tête têbînî kirin berûvajî wesfa ji bo hesjêkirina herdu qaremanan
hatiye kirin, ew zimanê ji bo wênekêşana peywediyên cotbûnê bi kar aniye yê
lerzok bû, renge merem pê ew be da xwendevan 'eşqa Payîz û Nalînê û cotbûna li
jêr perdên xiyaneta hevjînî û hezên sinêleyî û îstixlala sêksî ya li hember
koçberan dihate kirin ji hev vavêrît.
Ewan
cûre peywendiyan araste û hêlên pan û lawekiyên rûdanan nexşe kirine. Ji bo
nimûne peywendiyên qonaxa sinêleyî û xwe bi zilam nasandineka sexte çi haletên
ketine ber çavên Payîz dema hê biçûk, yan jî peywendiya wî ya dem burandinê di
gel Kewserê, bûne eger her ji zarokînî Payîz semt û çarçûvê jiyana xwe binase.
Paşî peywendiya cotbûnê di navbera Keder hevjînê Nalînê û Su'ada hevdera xwîşka
wî, ku di encam de Su'adê jiyana xwe ji dest da û jiyana Nalînê jî berev
asoyekê dî guhart.
Di
laperên dawiyê de berî roman bi dûmahîk bê eşkere dibe ku zarokek ji encamê
cotbûna Payîz û Nalînê peyda bûye, belê dibe zuriyet ji bo hevjînê wê yê xirş
Keder. Peywendiyên kesatî û karakterên romanê zor aloz in, her di peyv û
ristên destpêkê de nivîskar tevnê alozê wan têkiliyan kiriye di destê xwendevan
de, belê hêdî hêdî seredavên wê tevnê vedibin û dibine hevkar heta dûmahîk
riste xwendevan bi rûdanên romanê ve bête girêdan û zêdetir têkilî deq û
ezmûna nivîskar bibe.
Bijardeyên
li hember awareyan weku Kederê hevjînê Nalînê behs dike, ji çaverêbûna mirinê
li welat û windabûn û geştkirinê ji bo Ewrupa zêdetir nebûn “em ji her miletekî
cîhanê xemgîn û derdesertir in. Ji bilî hinek wêne û yad û helkeftên xemgîn, me
hîç tiştek nîne şanaziyê pê bikin, her weku em yên bi derd û qehran hatine
firşk kirin”, belê sererayî xembariyê û nebûna hîç delîveka jiyanê ji bilî
çûna Ewrupa ji bo qortalbûnê. Dibînin Payîz derbazî Yunanistanê bûye û Keder û
Nalîn jî biryara mişextbûnê ji bo Ewrupa didin, her weku qedera tevnê xwe yê
raçandî ji bo misogerkirina wê dûmahiya çaverê ye semta jiyana karakterên
romanê bi temamî bigihure. Ew xelkê ji ber qehir û mirin û çarenivîs û paşeroja
mijawî welatê xwe bi cih hêlayîn û ji tirsên raportnivîsan û gefên layenên
ewlekariyê bazdayîn û mişext bûyîn, xwepêşandanên hevniştîmaniyên xwe li Ewrupa
dîtin. Nivîskar şêwazê xwepêşandanên li welatê wî dihatin kirin di gel yên
Ewrupa li ser zarê Payîz hevber dike û dibêje; ‘erê tu dibêjî ev gorepane ya
gunca ye ez tê da bikeme qêrî û miştî devê xwe civînan bidim bêyî ku bême
binçav kirin?. Tu dibêjî noker li vî cih î jî nebin raportên xwe bidine liq û
layenên emnî?’.
Cih
biyavekê berîn di avakirina zimanê vegêrana romanê de vedigire, çima bêyî
hebûna cih rûdan namînin û vegêran vala dibe. Helbet rûpelên romanê xwendevan
di navbera gelek cihan de vediguhêze. Her ji kêlîka karakter ji gundê Dêm Kulê
li Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) derdikevin û bi gund û bajarên rêya mişextbûnê
de berev Ewrupa derbaz dibin.
Li
Ewrupa hemû seredav bi hevdîtina Payîz û Nalînê digehine hev, paşî dûmahiya
neçaverêkirî ya Keder tête pêş û li dawiyê jî xewna dêrîn tête dîtin, herdu
'aşiq digehine hev û çîroka hezjêkirina wan bi hevjîniyê temam dibe, êdî
xwendevan di gel herdu qaremanên romanê vedigere welatê wan, ew wargehê Nalînê
hilbijartî ji bo veşartina cenazê wê piştî toşî nexweşiyeka kujek bûyî. Ew warê
li pêştir jê revîn da bi jiyaneka nû û aram şad bibin. Ev e careka dî vedigerine
dûmahî penageh da axa gundê Dêm Kulê mirina wan hembêz bike. Her weku ew erdê
ji bilî xem û derdeseriyan lê şîn nedibûn, dê rofatên wan bihewîne û dara
jiyanê ji bo berebabên dahatî lê biçînin.
Ew
ezmûna nivîskar di romana xwe ya du sed laperî de pêşkêş kirî, hemû kêşe û
qeyranên welatê xwe bi temamî berçav nekirine, belê bê guman şiyaye wênekê
zelal ji bo germtirîn rûdanan nimayiş bike. Romanivîs şiyaye kûratiya
derdeseriyên awarebûnê û ji destdana xewnên awareyan diyar bike. Dîsa em neşên
bêjin di gel bi dawîhatina rûpel û rûdanên romanê hemû keysên nivîskar bi
wêrekî û şarezabûn vekirin, hatine daxistin. Belku di gel xwendina pirsên di
nav ristên romanê de hatine azirandin, wênekê nêzîk ji rastiya bi serhatiyên
welat û welatiyan û xelkê gelek welatên hevşêwe tête nimayiş kirin, heger welat
û welatiyên wî heta nuke taybetmendiyên kêşe û giriftên xwe nixamtibin, belê ya
rast rih û rîşalên wan kêşe û giriftan ji bo pêşî çendîn dem û salên pirî êş û
jan vedigerin.
Ew
welatê ketiye ber tevşûkên herifandin û wêrankirinê û guran xwe li ber veniye,
ne yê ji hejî bû kurên wî jî bivirên xwe seqa bikin ji bo birîna dara jiyanê ya
xuristî di axa wî de, belê şansê welatan ev e, hemû dema bazirgan û mişexwer ji
bo berjewendiyên xwe cesteyê wan parçe parçe dikin.
Di
gel hatina girûpên hizbî ji layekî ve û komelên dînî ji layekî dî ve, gelek kar
û kiryarên kambax peyda bûn, bê guman piraniya komelgehên Rojhelat rastî wan
şêwe şerangîziyan dibin, belê wênê rasteqîne yê wan kiryaran tinê wî demê
zelal dibê piştî gund û bajar wêran dibin, mirov dikevine jêr cencera mirinê û
fetwa û şerî'etê tayfegerî hukimraniyê dikin, vêca mêrê herî baş ew e yê xwe
qortal bike, ax û jiyan û dîroka xwe li paş xwe bihêle û siwarî pêlên deryayê
bibe, hizir dike li pişt kenarên dûr ji mirinê verest û dê jiyaneka bextewer li
ser axeka nû destpê bike. Belê li pişt derya û kenaran taze divecniqe û digehê
wê rastî û baweriyê ku pêdivî ye êdî di gel kopyeka jiyana derdeseriyên welat
bigunce.
Helbet
piştî çîroka jiyana wî ber bi dûmahiyê ve diçe, ser ji nû biryarê dide vegere
wargehê jê bazdayî. Wê demê welat awareyî hundirê wî dibe û gazî wî dike
cesteyê xwe di hembêza wargehê xwe de jêr ax bike. Belku rojekê dara jiyanê ji
bo zarokan li ser gora te şîn bibe û li ber siha wê ji bo heta hetayê bi welat
ve bêne girêdan.
Roman
dimîne baştirîn dîdevan li ser jîwarên jandar û xameyê laperên wê pê hatine
nivîsîn xewnên di bîrdankan de pengiyane, dike peyv û riste. Di heman dem de
roman delîvê ji bo tîşkên ûmêdan direxsîne da derbazî hinek dem û cihên dî
bibin, rêyeka awarebûnê ji welat vedike da pê vegerine welat û dirêjiyê bidine
karwanê jiyanê li ser axa bav û bapîran.
Dr. Ayda Bedir
Misir - Qahîre
- 5 Mars 2021
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Nando Yayınları
- Yazar: Kenan Bilêc
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 146
- Dil: Kurdî
- Baskı: Sermewaz 2023
- ISBN: 978-625-99515-6-0
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir