Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Kovara Philosophia - 5

Kovara Philosophia - 5
Kovara Philosophia - 5
-20 %
Kovara Philosophia - 5
Kovara Philosophia - 5
Kovara Philosophia - 5

                                                                  

Xwendevan û nivîskarên hêja,

Di hejmarek din a newe a Philosophiaê de wem bi hev ra nin. Ji bo wem gotar, lêkolîn, lêgerrîn, tercume, nîband (essay) û hempeivinên philosophic bi zar û şêwezarên kurdkia şîrîn di dema xwe da bigihînin ber destên hewe, wem karger û karkirên Philosophiaê bi kelecan û dilxwazia roja destpêkê li ser kar in. Wem karger, karkir, xwendevan û nivîskarên dil danin philosophia bi kurdkî bi hevûdin ra henin, bê hevûdin tunne nin. Hatta dildartia hewe a xwendin û nivîstina gotarên philosophic a bi zar û şêwezarên vî zimanî berdewam bit, ji bo her hejmara newe a kovara Philosophia bi nivîsên li ser rûperrên xwe ji hejmarên berî xwe zengîntir, xweştir û geştir bibit çi ji destê me bihêt wem dê bikin. Me di hejmara xwe a pêşîn da gotibû wem dê kovara Philosophia bi orthographia turkî neweşînin.

 

Celadet Alî Bedirxan bi xwe di kovara Hawar da gotie wî ji bo kurdên li nav sînorên Turkiaê dijîn rahattir bixwînin û binivîsin alphabeta xwe nêzdîkî a turkî kirie. Berî her tiştî ji bo milletek bi zimanê xwe rast binivîse û bixwîne neçar nine alphabeta xwe nêzdîkî a milletekî din bike. Ji alê din ve orthographia Celadet Alî Bedirxan ji sedî sed orthographia turkî ye. Terminologia kurdên li nav sînorên comara Turkiaê dijîn terminologia turkî ye. Wem dê ji hejmara pêşia me û şûnda êdî nivîsên kovarê bi orthographia kurdkî a me di hejmara pêşîn (hejmara taibet) a Philosophiaê da diar kiribû binivîsin. Wem hêvî dikin nivîskarên me êdî nivîsên xwe bi vê terminologiaê binivîsin û ji me ra bişînin. Me qerar dae ku wem gotarên bi alphabeta kurdkî a bi harfên areban bê guherrîn biweşînin. Çimkî li Başûr, Rojhilat, Başûrê Rojhilat bi alphabeta kurdki a bi harfên areban dihête nivîstin û xwendin. Ji bo xwendevanên me ên tenê bi alphabeta kurdkî a bi harfên areban dizanin bixwînin û binivîsin ji xwendin û nivîstina gotarên philosophic ên li ser rûperrên Philosophiaê bi temamî bê par nemînin hatta demeke nediar wem dê bi vê alphabeta kurdkî jî gotarên ji me ra hatine şandin bê guherrîn biweşînin. Bi vê têgihîjtinê me di vê hejmarê da gotara hêja a Doctor Mewlud Ibrahim Hassan ji me ra çer hatie şandin wer bi alphabet û orthographia kurdkî a bi harfên areban weşandie. Heta hejmareke din a newe a Philosophiaê bi jiana xwe a bi hemî zar û şêwezarên şîrîn ên kurdkî û hemî hawaên ramanên xwe ên cuda ên philosophic bimînin di xêr û xweşiê da…  

 NAVEROK

1- Ji Edîtor: RAIF YAMAN: 03

2- دێرینکۆیۆ لە نێوان جیهانی ژێرەوەی داستانی دەمموزی و بەهه شتی ژێرزەمینی جەمشید دا…دکتۆر مەولود ئیبراهیم حەسەن

Dr. Mawlud Ibrahim Hassan: 04

3- DI DIJBERIYA FÎLOZOFÊN ÎSLAMÊ Û MUTEKELLÎMAN DE HELWESTA EHMEDÊ XANÎ: Muhammet Gözütok: 33

4- ZAGROSRÊZÎ, GUDEARÊSÎ YAN DEMOKRASÎ? - Fêrgîn Melîk Aykoç: 42

5- HEVPEYVÎN BI MAHABAD FELAT RA: Alî Gurdilî – 49

6- FAMILA ZENDIYN PIS: Raif Yaman – 68

7-  FÎLOSOFÎ Û MÎTOLOGÎ: PÊSHCHÎROK - FÎLOSOFÎ Û MÎTOS - PÊSHSOKRATΠ

Dr. Casoê Wezîr Serhedî: 80

8- ANTÎ-EZÎDAYETÎ (PIRSA ÊZDAYETÎYÊ) – Newaf Mîro: 92  

9- ŞÊX BEDREDÎN Û BERHEME WÎ A 'VARÎDAT'Ê: Alî Gurdilî - 99

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 97
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Kolektîf
  • Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
  • Sayfa: 106
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 2023
  • ISBN: 978-625-7085-71-7
  • Kapak: American Cilt 16,5 x24
  • Yer: İzmir
₺80,00
₺100,00
Vergiler Hariç: ₺80,00
1 adet ve üzeri ₺80,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .