Li gorî ku
ez ji ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin, çande û hwd. Yên-me Êzdiyan fêhm
dikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê (dinyayê),
ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.
Belê, dema
rewșenbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevneșop û zargotinên ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me
Êzdi-yan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka
di nav ava çemên Dîcle û Feratê de
hatiye afirandin. Ji wî_ wextê kevin, yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa
pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn, cimayî û îdên me
Êzdi-yan“Kurdên resen” li gorî salnama rojhilatê“a ku ilimdar û qewil-zanê
Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje, hesabê Manga Me-lik Fexredîn” têne
gerandin û pîroz kirin.
Belê
ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke Qewlê Şems û
Fexrê Mîra de dibêje:
“Sira Padşê
min hat hinda ve,
Li Şems û
Fexrê Mîra dikir silav e,
Li çardê
mehê de vedigere tav e,
Tav li
çardê mehê vedgeriya
ji nîşan û
hesabê Enzelî ye,
Ji qudreta
Padşê min î bêrî ye,
Ji qudreta
Padşê min î cebêr re.
Meh, sal û
zemana vedigêr e
Li çardê
mehê tav jî vediger e
Ango, roja
çardê meha mîladî, dibe yekê meha li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye
hesapkirin salnama rojhilatê.
Vêca, gava
meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdi-yan binêrin, meriv dibîne
piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik
Fexredîn têye hesapkirin) têne ge-randin û pîroz kirin.
- Stok Durumu: 95
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Kemal Tolan
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 60 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 540
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2020
- ISBN: 978-625-7085-20-5
- Kapak: Karton
- Yer: İzmir