Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Newaf Mîro'nun 10 Kitaplık Seti

Newaf Mîro'nun 10 Kitaplık Seti
Newaf Mîro'nun 10 Kitaplık Seti
Newaf Mîro'nun 10 Kitaplık Seti
Newaf Mîro'nun 10 Kitaplık Seti
Newaf Mîro'nun 10 Kitaplık Seti

10 Berhemên di setê da:

 

Êzîdayê I, Helbest

Êzîdayê II, Helbest

Êzîdayê III, Helbest

Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok

Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger

- Bilûr û Teşî, Roman

Gava Mirî Biaxife, Roman, Çapa Duyem

Du Kes Yek Mirov, Roman, Çapa Duyem

Dilop, Helbest, Çapa Duyem

Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Çapa Duyem



Di derheqê Newaf Mîro da!

Newaf Mîro bi xebata salan rêzeke dirêj a berhemên edebî û estetîk diyarî wêjeya kurdî kir. Ev ked; ji bo ziman, wêje, çand û bîra kurdî gelekî qîmetdar e. Kesek, ku di biçûkatiya xwe de here Almanyayê, li wan deran di karên cûr bi cûr de bixebite, heta adaptebûnê gelek zehmetî û zorî bikişîne lê zimanê dayîkê ti caran jibîr neke, bi hemû quweta xwe, bi hemû “bîr”a xwe bi zimanê dayîka xwe berheman biafirîne, tiştekî çiqas pîroz e. Belê, îro Newaf Mîro bi tecrubeya emrekî, çiqas peyvên wî zanibûye yên jibîrbûyî hebe dîsa kiriye nav bîra kolektîf. Wî bûyer û gengeşeyên berê aniye nava me. Wî gelek kurgu afirandine. Wî hîs û dîroka bawermendên me yên êzîdî bilêv kiriye. Ew di berhemên xwe de ji bo rewşa gelê xwe yê kurd ê îroyîn li ber xwe ketiye. Wî hezkirinên me, bêriyên me, evîn û êşên me kiriye helbest, aheng daye peyvê.

Newaf Mîro îro ji bo me bûye berpirsiyar. Helbet bi vê berpirsiyariyê di nav nivîskariya îroyîn de cihê xwe ji bo sibehan girtiye. Navê wî ji niha ve li rûpelan hatiye nivîsandin.

Mîro îro mohra xwe li bin çîrok, helbest, roman, berhemên lêkolînê xistiye. Tev li ser hev wî 10 berhem bi carekê, bi xebata saleke weşanxaneyê amade buye.

Meriv ji bo vê kedê çi pesnê bide wê nîvco bimîne. Ancax bi xwendina ew rêzikên xweş, ew peyvên nazik, ew hevokên şanaz em belkî bikaribin heqê wî bidin wî.

Newaf Mîro û pênûsa wî

Newaf Mîro, yek ji navên girîng ên edebiyata kurdî ya hemdem e. Bi zimanekî wêjeyî yê dewlemend û nêrîneke rexnegir a civakî, di berhemên xwe de kûrahiya çand û dîroka kurdî vedikole, di heman demê de bi awayekî hunerî mijarên gerdûnî yên wekî mirovahî, azadî û têkoşînê jî radixe ber çavan.

Mîro, heya niha gelek berhemên hêja pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye. Niha em wek Weşanxaneya Na’yê bi kêfxweşî agahdar dikin ku 10 berhemên bijartî yên vê pênûsa hêja ji nû ve hatin çapkirin. Di nav van berheman de çar ji wan çapa duyemîn in, ku ev yek nîşaneya eleqeya xwendevanan ye ji bo xebatên wî. Yên din jî berhemên nû. Van 10 pirtûkên ku ji aliyê Weşanxaneya me ve hatine çapkirin, ji hêla naveroka xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê zelal ve balkêş in.

Nivîskarê me yê ku li Wêranşara Rihayê hatiye dinyê û ji sala 1987'an ve li Elmanyayê dijî, bi van berhemên xwe yên nû gaveke girîng bi pêş ve avêt. Mîro’yê ku berê bi pirtûkên wek "Ji Te Hezkirin", "Lehengê Tazî Keleşê Reş", "Dilop" û "Bend" hatibû naskirin, niha bi van 10 pirtûkan dîsa derdikeve pêşberî xwendevanên Kurd.

Em bawer in ku ev berhemên nû çapkirî dê bala xwendevan û derdora wêjeya Kurdî bikişînin ser xwe.

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 100
  • Yazar: Newaf Mîro
  • Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 1500
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: Pûşper 2025
  • ISBN: 978-625-6678-39-2
  • Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
  • Yer: İzmir
₺2.500,00
Vergiler Hariç: ₺2.500,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .