JÎNENÎGARIYA MIN
Navê min Gulistan Haco ye. Ez di Sala 1945an de li
bașur-rojavayê Kurdistanê, li gundê Alareşa ji Dayik bûme. Hê li xwendegihê,
gava ez zaro bûm, di pola çaran de bûm, ji hemû beșên xwendinê min bihtir hij
ji helbestan dikir.
Hê hingî min li xwe anî der, ku ez hinekî
dipûnijîm, ez dikarim peyvan xweșik li hev bênim. Ji xwe di nav malbata me de
jî giyanê têkoșîn û welatparêziyê gelekî bilind bû. Êvaran bira û kurmamên min
li hev kom dibûn, șahî dikirin û stranên niștimanperwerî, bi taybetî helbestên
Cegerxwîn weke stran dixwendin. Bi vî awayî ez di nav jiyaneke welatperwerî de
mezin bûm.
Ji ber sedemên siyasî û civakî min bêçare koçberî Ewropayê kir. Dûriya ji niștiman û jiyana li havîbûnê hêzeke wêjeyî yî nû da min û min dest bi nivîsandina helbestê kir.
Min berê xwe da gelek rûyên jiyanê û hin leystikvanên wê û hewl da, her mijarekê bi șêweyekî wêjeyî binirxênim.
Ez hêvîdar im, bi vê mebestê min di helbestên xwe de rastiya jiyanê di mijarên hilbijartî de hinekî nêzîktir anîbe ber çavan
Gulistan Haco
01.09.2020