Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Avestica -Kurdica

Avestica -Kurdica
Avestica -Kurdica
-20 %
Avestica -Kurdica
Avestica -Kurdica
Avestica -Kurdica

Pês̰gotin

Projeya C̰ ar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî

Di destpêka salên 1990an da jiber bilîna min ya bi zmanên kevin ango mirî

ra di min da bi hêdîka rojekê derxistina kovareke akademîk û zanyariyî weke

xewn c̰êbû. Bêguman hîna tes̰eyeke zelal li holê nebû. Digel gotarên zanyariyî

dîsan derfetên akademîk, darayî û texnîkî jî pirsgirêkên sereke yên mezin bûnn.

Pis̰tî bi dehan salan hindî mijar û pêdiviya kovareke akademîk û zanyariyî

ya bi Kurdî bêtir tes̰eyeke kamiltir girt û bi gis̰tî kete nav rojeva min. Digel

axaftina min ya bi Berfo Barî ra (Wes̰anên NA) em li ser projeya c̰apkirina vê

kovarê gêhis̰tinn hevahengiyekê. Lê di vê navberê da ne tenê kovarek, pêdiviya

c̰ar kovarên periyodîk û akademîk yên bi zmanê Kurdî va girêdayî derketin pês̰,

ango kovarên bi sernavên:

(1) Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Avestî

û Kurdî bisekine)

(2) Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Arî û

Kurdî bisekine)

(3) Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Medî

û Kurdî bisekine)

(4) Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya

dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)

Bihara derbazbûyî ya vê salê (2024) me birryara ku di vê îlonê da dest bi kovara

yekem Avestica-Kurdica (= Avestika-Kurdika) bikin, daa. Em ê di her s̰es̰

mehan da carekê kovarekê di derbarê mijarên ragiyandî da amade û belav bikin.

Zmanê her c̰ar kovaran dê tenha bi Kurdî be. Divêt zmanê Kurdî yê nivîskî

di gotaran da di asteke pirr bilind da hatî bibe b’ kar anîn. Di van her c̰ar kovaran

da em ê tênivîsa/gramera Kurdî ya dîrokî bingeh bigirin û tenha ligorî hoyên

zmannasiyî yên Kurdî zmanê Kurdî b’ kar b’înin.

8

Dê ev her c̰ar kovar giraniya xwa bi gis̰tî bidine ser mijarên zmanî, c̰andî,

dînî, wêjeyî, felsefeyî yên li ba Zarathuštra (ango Avesta), Ariyan, Medan,

Kurdan û Îndo-Ewrupiyan. Kovar dê ligorî method û krîterên akademîk û

zanyariyî yên navneteweyî werin bi rê va birin. Em dil dikin ku bi van kovaran

em cara yekem bi zmanê Kurdî lêkolînên zanyariyî yên di asteke akademîk ya

cîhanî da bihafrînin û pê zmanê Kurdî di nav civata akademîk ya navneteweyî

da b’ cî bikin. Jiber ku zman di ragiyandina van mijaran da aleta tekane û

yekane yee, dê bi taybet dengnasî (fonolojî), watenasî (semantîk) û bêjenasî

(etîmolojî) bi tevî belgeyên nivîskî yên dîrokî yek bi yek werin vegotin (weke

nimune: Kurd. gurz, av. vazra-, med. *vazra-, skt. vajra-, proto-ar. *Hu̯ajra-;

lê gurz di mîtholojiya xelkê Arî, Avesta’yê û di c̰anda Medan da ciyekî pirr

girîng digire û dîsan bi tevî motîvên xwa yên cihê derbazî nav dîn û c̰andên din

jî bûye, bûye c̰oganê sihrê yên sihrbazan û magîstan).

Projeya van c̰ar heb kovaran vê gavê bi deh salî va sînorkirî yee, ango dê

heta payîza sala 2034an bi rêk û pêk bidome. Em bi hêvî nee ku li ba vê projeya

me ya deh salî astengiyên nexwas̰ dernekevin û rê li ber karê me yê jibo pês̰erojê

negirin.

Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran dê Wes̰anên NA ango Berfo Barî bike.

Têrêseriya ango edîtoriya kovaran ez ê (weke îndo-ewrupîst, îndo-îranolog,

avestolog û kurdolog) bigirim ser xwa.

Kovar jibo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di

kovareke akademîk da bidine belav kirin û bibin rêwiyekî/e vê rêwîtiyê, dikarin

gotarên xwa yên amadekirî bi riya e-mailê bis̰înin navenda her c̰ar kovaran

(zarathushtrah@gmail.com). Gotar ango lêkolînên ku xwadî krîterên gotî yên

akademîk, zanyariyî û zmanî nee dê di nav kovaran da werin b’ cî kirin. Gotar

û lêkolînên ku method û krîterên akademîk danagirin û di warê zmanî û

zanyariyî da ne kamil inn û kêmasiyên ne rewa di nav xwa da digirin, dê di

kovaran da neyên b’ cî kirin.

Divêt gotar kêmtirîn heta du mehên ji berî c̰apê bigêhijin navenda kovaran,

ango jibo hejmara duyem divêt gotar derengtirîn heta 1ê c̰ileya 2025an li ber

dest bibin, berî ku kovar di 1ê meha adarê da bikeve c̰apê.

Avestica-Kurdica

Kovara Avestica-Kurdica dê giraniya xwa bi gis̰tî bide ser Avesta’yê û

têkiliya wê ya bi zman, c̰and û dînên Kurdan va girêdayî. Di vê hejmara yekem

ya Avestica-Kurdica’yê da ez ê bi gis̰tî li ser bingeha ango bêjenasiya peyva

Avesta bisekinim. Tevî ku di nav van du sed salên dawiyê da gelek hewldan

9

c̰êbûne jî jibo vegotina jêdera peyva Avesta, mixabin hîna jî heta hîro nekariye

were zelal kirin.

Bes̰eke kurt ya di kovara Avestica-Kurdica da di lêkolîna min ya Avesta 2 –

Destnivîsên Orîjîn: Yasna, ku di sala 2023yan da di nav Wes̰anên SZKê da

derketî bû, hatî bû belav kirin. Lê li vir ev mijara hanê ya girîng ango mijara

bêjenasiyî ya di derbarê peyva Avesta da bêtir hate frehtir kirin.1

Beyhanî S̰ahîn Tebax 2024



Naverok

Naverok ........................................................................................................... 5

Pes.gotin ............................................................................................................ 7

Ferhengok ....................................................................................................... 11

Sembol ............................................................................................................ 14

Wateyen kurtenivisan ..................................................................................... 15

Kurtenivisen kovar u rezeberhemen zanyariyi ............................................... 18

Literetura periyodik u dijital ........................................................................... 22

Kurtenivisen dezgehen xwadi Avestafye ....................................................... 24

Kurtenivisen cureyen destnivisen Avestafye .................................................. 26

Kurtenivisen berhemen Avestafye u Avestafyi .............................................. 27

Literetur .......................................................................................................... 29

Elfebeya Avesti .............................................................................................. 33

Destpek .......................................................................................................... 35

Avesta © *upast..- ghafrandin m.. ing. creation, yun.k. ƒÁ.ƒËƒÃƒĞƒÇ. [genesis] ..................... 35

Av. yaona- gci, cigehh ................................................................................ 53

Avesta © *apast.- gberhemh ..................................................................... 56

Av. huuapah-, huu.pah-, hauuapa.ha- gberhema bas., ch ....................... 56

Av. ..iiao.na- gkiryar, c.alaki, tevgerr, berhemh ......................................... 65

Av. d.tar-, daƒÂuuah-, daƒÂa-, d.mi-, d.mi- ghafriner. ............................... 69

6

Av. pitar- c Ahura- Mazd.h- gbav Ahura- Mazd.h-h .............................. 74

av.k. av.c. d.man-, d.man- gci, cigeh, nis.tegeh; hafrandeh ....................... 76

Pehl. bun-dahi.n ghafrandina bingehin, hafrandin m.. .............................. 80

Pehl. d.d.r, d.dw ghafrinerh ..................................................................... 84

Pehl. d.nkard gc.alakiya/kiryara dinh ......................................................... 84

Bes.en Avestafye ......................................................................................... 87

Pas.gotin .......................................................................................................... 90

Avesta-Proje .................................................................................................. 93

1. Projeyen Avestafye .............................................................................. 93

2. Projeyen Zmanan ................................................................................. 95

3. Projeyen Kovaran ................................................................................ 96

4. Projeyen Huneri ................................................................................... 97

5. Projeyen Vekolinen Zmannasiyi U C. andi Yen Diroki ........................ 97

6. Projeyen Dibistanen Zarathu.tra-fyi & Manthra-fyi ........................... 98

7. Projeyen Komeleyen Zarathu.tra-fyi & Manthra-fyi .......................... 99

9. Projeya gZoroastrian Library of Kurdistanh ...................................... 100

10. Projeya Maxbeda gZoroastrian Family Housh ............................... 100

11. Projeya gZoroastrian Amphitheaterh ............................................... 100

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 100
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Kolektîf
  • Kağıt: 80 gr birinci hamur
  • Sayfa: 100
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: Îlon 2024
  • ISBN: 978-625-6678-24-8
  • Kapak: American Cilt 17 x21 CM
  • Yer: İzmir
₺120,00
₺150,00
Vergiler Hariç: ₺120,00
1 adet ve üzeri ₺120,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .