Ev berhem dîroka nêzik a devkî ya kurdên Êzdîyên Xerzan, bi teybetî êzîdîyên gundê Şimzîyan e, lê di heman demî de şahidîyên rewşa civakî û sîyasî û olî ya dawîya sedsala bîstan a li bakurê welêt e jî. Ji devê zanayên herêmê rast û rast gelek bûyerên ji bo herêmê girîng hatine vegotin.
Cudahîya bawerîyan û aborî dibin sedemên penaberîyê. Ji hesreta axa xwe, gelek ji van zana û mezinên ÊzdîyAn li dîyasporayê weke berpirsyar û deyndarekî milet û ola xwe xebatên xwe yên zimanî, civakî û olî bê navber domandine û weke enstîtuyekê lêkolînên xwe kirine, xwestine literatûrekê ji boyî gelê û lêkolîner û xwendevanan ava bikin. Kemal Tolan jî bi serpêhatî, hevdîtin, şahidî û roportajên xwe xwestîye vê lîteratûrê firehtir bike û çanda civaka Êzdî, fikra kurdî bi nêrîna xwe û bûyerên derdora xwe ji gelê xwe re rave bike.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Kemal Tolan
- Kağıt: 80 gr birinci hamur
- Sayfa: 226
- Dil: Kurdî
- Baskı: Sermewaz 2025
- ISBN: 978-625-6678-54-5
- Kapak: American Cilt 16,5 x24
- Yer: İzmir