Bêserûşûnbûyîna mamê wî, kuştina heval û dostên wî…
Herî dawiyê brayê wî jî yekser bêserûşûn dibe. Ew bi xwe jî hîç li deverekê
cihgir û cihwar nabe. Neçarî ti caran pêşiya wî bernade lê gelek carinan karên
gelek baş biserektî jî dike.
Çîroka
jiyana wî ji salên 1960-ê hêj dema ew nû dest bi dibîstanê dike destpê dike, di
salên 1970-yan de êdî ew xortekî şoreşger e, têra xwe çavnetirs e jî. Ev sal,
her ew sal in dema Şoreşa Îlonê li başûrê Kurdistanê bi ser dikeve, rejîma
Be’siya xedar ya Bexdayê neçerî erêkirina Peymana Otonomiya Kurdistanê dike ko,
ev şoreş li herçar parçeyên Kurdistanê karîgeriyeke mezin, dengvedenaka li ser
hest û bîrûbaweriya neteweyî ya miletê kurd pêk tîne. Her ew salan in dema
peymana qirêj ya Cezayîrê di 1975-ê de
li dijî çarenûsa miletê kurd hatî îmze kirin ko, bûyî sedem şoreşê li başûr
şikesteke mezin bixwe û bikeve di werçerxena şoreşek dî de ya ko jê re dibêjin
Şoreşa Gulanê… Di Şerê Bizava Rizgariya Neteweyî ya di bin pêşivaniya Mela
Mistafa Barzanî şikestin çêdibe lê radestîbûn çênabe, şerê rizagriyê berdewam
dike, dikeve werçerxaneke nû.
- Stok Durumu: Stokta Var
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Beşîr Ant
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 378
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2024
- ISBN: 978-625-6678-29-3
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir