HEMD JI BO XWEDÊ
BE SELAT Û SELAM LI SER RESULÊ WÎ BE
Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf
û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û kamranî bûyerên jandar,
cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka gelên rojhilat de ji bûyerên
dilşadî bêtir bûyerên bi jan têne dîtin.
Di dîroka gelê Kurd de yek
ji bûyerên jandar di vê berhemê de cih digire.
Gelî xwendevanên hêja ev
pirtuka di destê we de behsa şerê Mîr Mihemed Kamilê Eyyûbî û Moxolan dike. Min
ev pirtuk bi zimanê kurdî bi nezm nîvîsîye da ku miletê me bizanibe pêşîyên me
ji bo axa xwe, welatê xwe û zimanê xwe çi cefa kêşane. Çendîn mêrxas û gernasên
me ji bo ku em bikaribin îroke li ser vê xakê bijîn û bi zimanê xwe bi axivin
dil û canên xwe gorî kirine.
Ev berhem bîranîn û
qedirdaniya egîd û mêrxasên me ye. Bîranîna bûyerek ji dîroka me ye.
Mîr Mihemed Kamil kurê Xazî Şehabeddîn e, ew jî kurê
Melik Adil e, ew jî kurê Necmeddînê Eyyûbî ye. Bapîrê Mîr Mihemed, Melîk Kamil
kû Melik Adil e, dibe birayê Selaheddînê Eyyûbî.
Dema kû min jiyana Mîr Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez
agahdarbûm ji berxwedana wî ya herî mezin li hember Moxolan û hevalbendên wan,
min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi qîmet û giranbuha ye û hetanî
neha veşartî maye xuya bibe û bête li ser ziman da ku ji cihet herkesî ve bête
zanîn.
Bi emrê Xanê Îlhanîyan Hulagu leşker Farqînê dorpêç dikin
û dixwazin ku Mîr Mihemed Kamil digel leşkerên wî êxsîr bikin.
Lê belê Ew leşkerên hatine Farqînê dagir bikin ne
leşkerên Moxoliyan tênê bun. Xiristîyan û Misilman jî bi wan re bun. Weke
mînak; Jî Xiristiyanan Gurcî û Ermenî ji Misilmanan jî mîrê Musilê û mîrê
Mêrdînê hatibûn ser Farqînê ji bo alîkariya Moxoliyan. Bê guman ev tiştekî
gelek sosrete hatina mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê.
Lê belê Ew qehremanê mezin di gel miletê xwe du sala li
farqînê têkoşîn û şerekî mezin li hember Moxolan û Xiristiyan û Misilmanan
dike.
Heta ku êdî ne xwarin ne jî vexwarina wan namîne. Pîştî xwarin vexwarina wan di qedê ew goştî
keran, pisikan, kuçikan heta dawî çara wan namîne goştê însanên mirî jî
dixwin. Lê belê ew ebed dev ji
berxwedana xwe û parastina welatê xwe na berdin.
Dîrokvan dibêjin eger ne ji xela û nexweşîya weba ê buna,
Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji destê Mîr Mihemed Kamil û miletê
wê bistînin..
Ev berxwedana wan li her derê bi nav û deng belav dibe.
Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re mektubekî dişîne û dibêje: Min
paytexta 'Ebbasî'yan cihê xilafeta Îslamê, bajarê Bexdayê di şeş rojan de
stand, lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê
bistînî. Em dikarin bibêjin ev
berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan zanîn ku Moxol jî
maxlûb dibin..
Armanca me ji nivîsîna vî pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û bayê dîrokê guhertine..
RAMAZAN TEMELKURAN
*****
WEKE TEQRÎZ: ÇEND
GOTIN DI DERBARÊ VÊ BERHEMÊ DE
Hemî pesn, stayiş û wesfên qenc û şayeste ji Xwedawendê
aferîdeyan re be, selat û silav li Peyamawerê Yezdanê dolavan û heval û hogirên
wî be tevî kuflet û zuryeta wî. Ez sipasiya xwe pêşkêşî cenabê Seydayê Mela
Remezan dikim ku derfet daye min ez van çend gotinên bê qîmet reşbelek bikim
tevî ku bi rastî ez ne layiq im.
Di navbera edebiyat û dîrokê de têkiliyeke xurt heye ji
mêj ve. Geh edebiyat di berhemên dîrokî de rû dane û geh dîrok di berhemên
edebî de derketine pêşberî me. Yek ji giramiya vê berhemê ev e ku dîroka gel di
berhemeke edebî de digihêje ber destê peywendîdar û xemkurên edebiyat û dîrokê.
Her nezm û şi’r ji bo mebestekê dihê honandin, erkeke
xwe heye. Li vir dive em Seydayê Tîrêj û çend risteyên wî bi bîr bînin ji bo em
bikaribin mebesta xwe bi zelalî diyar bikin.
Ma rûmeta şi`rê çiye?
Ned xidmeta millet de bî
Ronahiya şi`rê çiye?
Pesnê welat ku tê ne bî
Çibkim ji wê şi`ra rijî?
Danagre sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî
Çaxê ko cewher tê nebî
Edebiyat û bi taybetî helbest di ragihandina dîrokê de
ji bo avakirina hafizeya civakî û bi avakirina hafizeyeke civakî ragihandina
hizrên neteweperwerî roleke mezin daye ser milên xwe. Seydayê Tîrêj xwestiye ku
vê yekê bibêje.
Ji bo avakirina hafize û bîrewariya civakê dîrok gelek
giring e. Her gel û neteweyek li ser koka xwe didome, ku ev kok ziman û dîrok
e. Ji ber vê, em bibêjin parastina ziman û dîrokê parastina hafizaya civakî
ye ne iddiayek mezin e. Xaleke din ya giramiya vê berhemê ev e ku ji bo
bîr, hafizeya civakî ziman û dîrok parastiye.
Nazimê berhemê Seydayê Mela Remezan, kesayetekî tebî’et
mewzûn e. Bi gotineke din Xwedawend qabilîyeta honandina şi’r û nezmê bexşî wî
kiriye. Nivîskar û nazimekî welûd e, berhemdar e ku hetanî neha di qadên
ciyawaz de berhem nûsî ye. Ji bilî taybetiyên berhemên wî yên dîtir yekem kese
di edebiyata Kurdî de Telqînnameya Miriyan bi nezm honandiye. Ev berhema dîrokî
jî dîsa bi nezm honandiye û pêşkêşî xwendevan û gelê xwe dike.
Ya rastî ev e ku nazimê berhemê bi serkeftî ji metnên
pexşan berhemeke mewzûn, bi nezm aniye hole. Ev yek xaleke dîtir ya giramiya vê
berhemê ye. Tevî hemû ev teybetiyên ku me li jor behs ji wan kir bi zimanekî
herikbar, bi nezmeke selîs ev bûyera dîrokî û cegersûz hatiye honandin ku
xwendevan di xwendina berhemê de û di têgihiştina bûyera dîrokî de tu
zehmetiyan ewê nekêşin.
Ji bo vê bûyera jandar derxistiye hole û bi terzeke
edebî pêşkêşî me kiriye û her weha ji bo ked û xemên Seydayê Mela Remezan em
minnettar in. Xwedayê dilovan hêz û zanîna wî zêdetir bike ji bo nivîsandin û
honandina berhemên bexşan û mewzûn.
Dr. Nurettin ERTEKİN
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Ramazan Temelkuran
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 60
- Dil: Kurdî
- Baskı: Tirmeh 2024
- ISBN: 978-625-6678-16-3
- Kapak: 13,5 X 21
- Yer: İzmir