Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Projeya C̰ar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî

Projeya C̰ar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî
Stokta Yok
Projeya C̰ar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî

Projeya C̰ar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî


Ev demeke drêj ee ku em li ser projeya c̰apkirina c̰ar kovarên periyodîk û akademîk yên bi zmanê

Kurdî ra mijul dibûnn, ango kovarên bi sernavên:

(1) Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine)

(2) Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Avestî û Kurdî bisekine)

(3) Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Medî û Kurdî bisekine)

(4) Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)

Di îlona vê sala 2024an da em ê weke Wes̰anên NAyê dest bi c̰apkirina kovara yekem ya akademîk û

zanyariyî bikin, ango hejmara yekem ya kovara Avestica-Kurdica (bi Latînî yee, weke “Avestika-

Kurdika” bixwîne). Dê di s̰es̰ mehan da carekê kovarek were wes̰andin.

Zmanê her c̰ar kovaran dê tenha bi Kurdî be. Divêt zmanê Kurdî yê nivîskî di gotaran da di asteke pirr

bilind da hatî bibe b’ kar anîn.

Dê ev her c̰ar kovar giraniya xwa bi temamî bidine ser mijarên girîng yên zmanî, c̰andî, dînî, wêjeyî,

felsefeyî yên akademîk û zanyariyî yên li ba Zarat h uštra (ango Avesta), Ariyan, Medan, Kurdan û Îndo-

Ewrupiyan. Kovar dê ligorî method û krîterên akademîk û zanyariyî yên navneteweyî werin bi rê va

birin. Em dil dikin ku bi van kovaran em cara yekem bi zmanê Kurdî lêkolînên zanyariyî yên di asteke

akademîk ya cîhanî da bihafrînin û pê zmanê Kurdî di nav civata akademîk ya navneteweyî da b’ cî

bikin. Jiber ku zman di ragiyandina van mijaran da aleta tekane û yekane yee, dê bi taybet dengnasî

(fonolojî), watenasî (semantîk) û bêjenasî (etîmolojî) bi tevî belgeyên nivîskî yên dîrokî yek bi yek

werin vegotin (weke nimune: Kurdî gurz, Avestî vazra-, Medî vazra-, Sanskrîtî vajra-, Arî wajra-; lê

gurz di mîtholojiya xelkê Arî, Avesta’yê û di c̰anda Medan da ciyekî pirr girîng digire û dîsan bi tevî

motîvên xwa yên cihê derbazî nav dîn û c̰andên din jî bûye, bûye c̰oganê sihrê yên sihrbazan û hwd.).

Projeya van c̰ar heb kovaran vê gavê bi deh salî va sînorkirî yee, ango heta payîza sala 2034an ee.

Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran dê Wes̰anên NAyê bike. Têrêseriya ango edîtoriya kovaran dê

îndo-ewrupîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî S̰ahîn bike.

Kovar jibo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di kovareke akademîk da

bidine belav kirin, dikarin gotarên xwa bi emailê bis̰înin navenda her c̰ar kovaran

(zarathushtrah@gmail.com). Gotar ango lêkolînên ku xwadî krîterên gotî yên akademîk, zanyariyî û

zmanî nee dê di nav kovaran da werin b’ cî kirin. Gotar û lêkolînên ku xwadî method û krîterên

akademîk nîn inn û her weha bi Kurdiyeke têkuz nehatine amade kirin, dê di kovaran da neyên b’ cî

kirin.

Divêt gotar kêmtirîn heta mehek berî c̰apê bigêhijin navenda kovaran, ango jibo hejmara yekem

derengtirîn heta 1ê tebaxa 2024an, berî ku kovar di meha îlonê da bikeve c̰apê. Kovara duyem dê di 1ê

adara sala 2025an da bikeve c̰apê.


Rêvaberiya Kovarê: Wes̰anên NA - Mail: nayayinlari@gmail.com)

Têrêser/edîtor: Beyhanî S̰ahîn

Têkilî: zarathushtrah@gmail.com

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: Stokta Yok
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Na
  • Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
₺0,00
Vergiler Hariç: ₺0,00
1 adet ve üzeri ₺0,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .