Ezîzan,
Di zargotina kurdan de hinek
gotinên pêşiyan hene ku bi teşe û vegotina xwe dişibin kurteçîrokan. Ew çîrokên
bi wî teşbî, di wêjeya dinyaya modern de bi şêwaza “çîrokên mînîmal” tên nas
kirin û nivisîn. Belê gotinên bi vî rengî ên di nav zargotina kurdan de hîn li
asteke bilind in, lew ku di wan de aqil, feresat, mantiq û matematîkeke bêhempa
heye. Ji vê zêdetir wejeyeke bilind û bedewkar jî dihêwirînin.
Ew berhemên bi vî rengî, di nav
gotinên pêşiyên kurdan de bi serê xwe beşek in. Ew vegotinên bedew ku lehengên
wan carînan însan, carînan ajal, carînan jî riwêk in, di derbarê jiyana dinyewî
de cerebe û danasînên qedîm radîgînin nifşên li pey hev.
Weke cerebeyeke edebî min di vê
berhemê de desteyek ji van gotinan hilbijartin û bi vegotineke dewlemendtir û
hinek jî lêzêdekirinan raberî we xwandevan û dilsozên zimanê kurdî kirin. Bi hêviya
tamjêhilanîneke wêjeyî…
Mehmet Oncu
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Mehmet Öncü
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 84
- Dil: Kurdî
- Baskı: Gulan 2024
- ISBN: 978-625-7085-85-4
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir