Ev çîrok, bi destpêkirina
koçberîya eşîra Xelikan, dîrok, çand û serpêhatîyên kurdên ketine nav axa Anadolîyê
vedibêje. Ji germa Çukurovayê heta hişkesalîya Konyayê, ji çiyayan heta deştan,
ji Enqereyê heta Selanîkê çîroka şivanekî şervan û bilûrvan dide ber xwe, carinan
bi çîrokbêjîya kurdên Anadolîya navîn, carinan bi dengbêjî û helbestavanîya wan a xwezayî bûyeran vedigerîne
metneke edebî.
Hilweşîna desthilatdarîya
Osmanî, avabûna Tirkiyeyê, salên avabûn û xirabûna bajar û dewlet û gelan e. Lê
ji bo hin kesan tiştek neguherîye, ji her derdê netew û dewletên demê dûr, jiyana
xwe çawa bi hezar salan meşandibin wisa dimeşînin. Lê dinya hemî di şer de ye û
hesabên mezin tên kirin, lew şivanê kurd Qelê, di nîvê şer de bi xurtî dibin
leşkerîyê. Ne nasnameya wî heye û ne jî ziman dizane.
Evîn dema vegere hesretê,
gumanên kûr bi xwe re tîne… mirov carinan ji tirsan li penagehên xelet digere,
lê nizane. Çarenûs carinan xîyanetê bi navê xilasbûnê dike çareya yekane.
Ev roman ne tenê behsa
çîroka hatina kurdan bi axa Anadolîyê dike, herwiha behsa kesên nehatî dîtîn û çanda
gelê hatî jibîrkirin jî dike. Evînên pêkan û nepêkan li hev dipêçe, nîşan dide
ka çawa hêza evînê zorê dide bawerî û çandên hezarsalî û berê wan diguherîne.
Di Kurê Dêlegurê
de, Yusuf Kaynak bi çîroka şivanekî xizan qala şikestina gelek kes û eşîr û gel
û desthilatîyan dike. Dîroka şer û rewşa giran a demê, bi çîroka evîndaran ve
girê dide û bi serpêhatîya şivanê evîndar û dildara wî, dixwaze çîroka yek ji wan
hezaran kesên bêdeng hatin û çûn ragihîne.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Yusuf Kaynak
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 264
- Dil: Kurdî
- Baskı: Eylül 2025
- ISBN: 978-625-6678-51-
- Kapak: American Cilt,Desenli Kapak, 13,5 x19,5
- Yer: İzmir