Çîroka Şîzoyê ne tene ya vê serdemê ye, çîroka hezaran kes û civakekê ye ku jiyaye û dijî û li ber çava ye. Di şanoya Şîzo'yê de, şer û hemû neyîniyên bi tewereya şerî bandora xwe li ser jiyana mirovî dike çi derûnî û çi jî civakî bi hemû berfirehiya xwe pêşberî mirovî dike. Lîstik, ku li goristanekê derbas dibe, li ser qeyranên nasnameyê yên ku ciwanekî Kurd ku di leşkeriyê de miriye, disekine. Karêkterên razber cih digrin û hêmanên şanoya tirsnak hatine bikaranîn
Ferd, berî ku cîhana xwe ya takekesî ava bike, ew hêza ku (malbat, civak, dewlet, hwd.)derdora wî bi dîwarên stûr pêçandine nahêle ferd “wekî xwe” hebe, pêngavan biavêje. ji ber vê yeke ferd dikeve nav tirşen ji fikaran. Ev jî wî ber bi rêwîtiyeke navxweyî ve dibe ku ev jî şîzofreniyê dide destpêkirin. Di Şîzo'yê de, ya ku biawayekî diyarker tê dayîn biyanîbûna peyamê ye. Zimanê mijara gotinê jî, ne ew zimanê çarçowekirî yê di ferhengan de ye, zêdetir perçeyên ku lê tê nihêrtin û cudahîyên di têgihîştinê de ne.
Muhsîn Ozdemîr
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Peyam Azadî
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 72
- Dil: Kurdî
- Baskı: Rêbendan 2026
- ISBN: 978-625-6678-61-3
- Kapak: 12x19 cm,Amerikan Cilt
- Yer: İzmir