Zilamekî navsere bi hest û şehweta xwe di kolanên Batmanê de
li dora zayenda civakî digere. Bi serpêhatîyên wî, li raberî veguhertina
civakê, rewşa derûnî ya azadîya zayendî ya nişfên nû û kevin, mêr û jinan
vedikole. Bi bengîtîyê xwe berdide nava raz û arezûyên dijwar ên bi çand û ol û
siyaseteke dijwar hatine dorpêçkirin. Bengîbûna zayendî ne nexweşîyek an
serdestî û serbestîya hestên mêrêtîyê ye, reva ji bêçaretî, têrnekirin û
nakokîyên siyasetê û bawerî ne jî.
Jin, di cihana şehewî ya mêran de tenê heybereke cinsî ye,
ji xeynî vê nayê dîtin, lê di heman demê de her cure karê cinsî yê jinê hatîye
le‘netkirin. Jin jî li hember vê cihanê bi têkilîyên zayendî ji xwe re cihaneke
(ne)bêdeng û (ne)veşartî ava dike, mêr di wê cihanê de dibe amûreke bikarbar.
Tajdîn romaneke xwestin û nexwestinê, valakirin û
dagirtina nirxan, têkçûnên biserketî, serketîyên têkçûyî ye.
Bi vê romanê Çetîn Lodî, ne tenê li pey şikestinên hundurîn
û jîyanên rûxîyayî ye, di heman demê de li pey şikestinên xetên exlaqî yên çand
û bawerî ye jî.
Ev pirtûk jiyanên di cihê xwe de windabûyî, laş û
hestên bêdengkirî û pirsên xetimî ji nû
ve radixe ber çavan.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Nando Yayınları
- Yazar: Çetîn Lodî
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 88
- Dil: Kürtçe
- Baskı: 2025
- ISBN: 978-625-96840-7-9
- Kapak: 13,5x19,5 cm Karton Kapak
- Yer: İzmir