Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Tajdîn

Tajdîn
-25 %
Tajdîn

Zilamekî navsere bi hest û şehweta xwe di kolanên Batmanê de li dora zayenda civakî digere. Bi serpêhatîyên wî, li raberî veguhertina civakê, rewşa derûnî ya azadîya zayendî ya nişfên nû û kevin, mêr û jinan vedikole. Bi bengîtîyê xwe berdide nava raz û arezûyên dijwar ên bi çand û ol û siyaseteke dijwar hatine dorpêçkirin. Bengîbûna zayendî ne nexweşîyek an serdestî û serbestîya hestên mêrêtîyê ye, reva ji bêçaretî, têrnekirin û nakokîyên siyasetê û bawerî ne jî.

Jin, di cihana şehewî ya mêran de tenê heybereke cinsî ye, ji xeynî vê nayê dîtin, lê di heman demê de her cure karê cinsî yê jinê hatîye le‘netkirin. Jin jî li hember vê cihanê bi têkilîyên zayendî ji xwe re cihaneke (ne)bêdeng û (ne)veşartî ava dike, mêr di wê cihanê de dibe amûreke bikarbar.

Tajdîn romaneke xwestin û nexwestinê, valakirin û dagirtina nirxan, têkçûnên biserketî, serketîyên têkçûyî ye.

Bi vê romanê Çetîn Lodî, ne tenê li pey şikestinên hundurîn û jîyanên rûxîyayî ye, di heman demê de li pey şikestinên xetên exlaqî yên çand û bawerî ye jî.

Ev pirtûk jiyanên di cihê xwe de windabûyî, laş û hestên  bêdengkirî û pirsên xetimî ji nû ve radixe ber çavan.

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 100
  • Yayınevi: Nando Yayınları
  • Yazar: Çetîn Lodî
  • Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
  • Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
  • Sayfa: 88
  • Dil: Kürtçe
  • Baskı: 2025
  • ISBN: 978-625-96840-7-9
  • Kapak: 13,5x19,5 cm Karton Kapak
  • Yer: İzmir
₺187,50
₺250,00
Vergiler Hariç: ₺187,50
1 adet ve üzeri ₺187,50
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .