Ev antolojiya ku ji 12 helbestên helbestvanên Rûsî pêk tê, berhemeke ku ji dawiya sedsala 18an heta dawiya sedsala 19an girtiye ber xwe. Çi helbestvanên Sosyalîst çi jî helbestvanên dijberên wan cih tê de girtine. Ew helbestvanên ku bi awayekî çalak di nav rêbazên wêjeyê yên wekî Sembolîzm, Realîzm, Lîrîzm, Futurîzm û Akmeîzmê de cih girtine, ew rêbaz xurt kirine û bûne sembola wan. Em wek weşanxane kêfxweş in ku berhemeke hêja wê bigehe ber destê xwendevanan. Yusuf Kaynakê ku ji zimanên din jî berhemên hêja wergerandine kurdî, vê carê ji Alexander Blok bigire heta Vladimir Mayakovsky bi zimanê me dide nasîn.
1. -Aleksander Blok
2. -Aleksander Puşkîn
3. -Anna Akhmatova
4. -Boris Pasternak
5. -Czesław Miłosz
6. -Ivan Bunin
7. - Ivan Turgenev
8. -Josef Brodsky
9. -Mihail Lermontov
10 - Nikolay Stefanovich
Gumilyev
11 -Osip Emilyevich Mandelstam
12 -Vladimir Mayakovisky
Payîz
Wekî awirekî xemgîn,
ez ji payîzê hez dikim.
Di rojeke mij û bêdeng
de ez diçim
Ez pir caran diçim nav daristanê û li wir rûdinim
-Ez li esmanê spî dinêrim
Û li serê darên hinarê yên tarî.
Ez hez dikim, pelekî tirş bixim,
Bi kenekî
tiral, bêhna xwe vedim,
Ji bo ku xwe di xewneke xeyalî
de bigirim
Û guh bidim fîkandina zirav a darbiran.
Giya hişk bûye... sar,
Ronahîyek aram li ser wê belav
dibe...
Û ez bi hemû canê xwe xwe dispêrim
xemgîniyeke bêdeng û
azad...
Ez ê çi neynim bîra xwe?
Kîjan xewn dê serdana min nekin?
Û çam ditewin, wek ku zindî bin,
Û
bi awayekî hizirî diqelişin...
Û, mîna keriyek
çûkên mezin,
Ji nişkê ve ba
diqelişe
di şaxên tevlihev
û tarî de
Ez bi bêsebrê diqelişim.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Yusuf Kaynak
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 212
- Dil: Kurdî
- Baskı: Tebex 2026
- ISBN: 978-625-6678-72-9
- Kapak: American Cilt,Desenli K 13,5 x21 CM
- Yer: İzmir