Silav xwendevanên hêja,
LEWerger bi hejmara xwe ya 6em li pêşberî we ye. Çi xweş ku bi hejmara 6em re, kovara
me wekî hejmar 2 salên xwe diqedîne. Serê meha rezber/îlonê, ango bi hejmara 7em
re, wekî wext jî û wekî hejmar jî wê LEWerger daxilî sala 3em bibe. Wekî do û pêr, wê
LEWerger a niha jî û sibê jî her bo givirîn, geşedan û pêşketina wergera helbesta dinyayê
di kurdî de û bo berfirehkirina berdî û asoyên helbesta kurdî bi hewl û kedeke jidyayîtir
li ber xwe bide, wê derava xwe li xwe xweştir bike û guman jê tune ku wê çêtir bibe
çavnasê vê rêya zirav û dirêj...
Me di sêrî de çi rê dabû ber xwe û niha em gihane ku? Di van 2 salên borî de me çi kir, çi
bi ser çi ve anî û çi çi qasî pêk hat? Ango divê di dahatûyê de em çi bikin?
Pirsên wereng her hiş û mejiyê me tev didin, me zindî dihêlin, dikin ku em wêrektir bihu-
ra xwe qam bikin û bêtir li wêdetirê sor bibin.
Ji we ve jî eyan e ku heya niha ji dehan zimanan wergerên bi dehan nivîskar û helbest-
karan bi destê ewledên kurd bûne milkê zimanê me. Aşkere ye ku ewledên kurd êdî
xwediyê awirvedan û werbêjiyeke têra xwe zexm û nişmîtir in. Îro û êdî xort û zarokên
kurdan ji do çêtir dikarin ji wêjeya cihanê tekstên baş bi wergerên rast, pak û paqij ji
çavkaniyên resen bixwînin, xwe pê bi pêş ve bibin û li hawirdora xwe belav bikin. Helbet
ev ewledên kurd ne xîretkêşên yekem in ku vî karî dikin, lê û belê! em dikarin bêjin ku
di roja îroyîn de bi ruh û can, li hemberî hemû xweşî û nexweşiyan, ew ji wan kes in ku
tenê bi keda xwe û bi xemeke temam (û beyî qerepere!) di ta û mitaleya zimanê xwe de
ne; bo wê seferî û seferber in...
Ta niha bi awayê fermî LEW li ser navê PirtûkaKurdî derdiket, ji niha pê ve wê bi awayê
fermî çend hejmar li ser navê Weşanên NAyê derbiçe û ta hingê jî em ê jê re binaxeyeke
dîtir î mayînde deynin. Bo ta niha em spasiya PirtûkaKurdî û bo ji vir pê ve jî em spasiya
Weşanên NAyê dikin.
Û adar... Bi adarê re ne tenê xweza xemilî û ne hew bihar hat, na! Gelê me yê beşerxweş
dîsa gurr kir agirê azadiyê û ruh bi me ve hat; li welat û li derî welat... Silav li seranserî
welêt û xaseten jî silav li gelê me yê Wanê...
Hasil, wext her wexta dîtina serkeftin û geşedana berdewam a di warê kurdî de ye. Ev
kovar jî mînak û mestereyek e ji vê geşedanê.
Fermo, tev li serkeftin û pêşketina zimanê xwe bibin. Ev ziman û ev kovar a we ye:
Bixwînim û bidin xwendin.
Bimînin bi xêr û xwendinê
N A V E R O K
Ji Dê bo Law / ji îngilîzî: Azad Rêbiwar......................... 4
Ka ji min re tiştekî xweş bêje / ji îngilîzî: Azad Ekkaş.5
Dua / ji rûsî: Prîskê Mihoyî ............................................... 6
Ez xunava derdê te bim? / ji ermenî: Prîskê Mihoyî. 6
Ji Kulîlkekê re / ji swêdî: Salih Agir Qoserî................. 7
Zengilê dil / ji fransî: Yeqîn h. .......................................... 8
Pezê nava mijê / ji îngilîzî: Samî Hêzil .......................... 9
Pirtûk / ji bûlgarî: Xurşîd Îlêwî.......................................10
Rîta û Tivingek / ji erebî: Alan Hemo..........................11
Pers / Fariskî ra açarnayox: Newzad Valêrî..............12
Pevketî / ji fransî: Rifat Arya..........................................13
Erê spas / ji swêdî: Mizgîn Savci...................................14
Ez dîn dibim / ji ermenî: Vrezh Kosayan....................15
Wesfîdayîşê Diyalektîkî / Almankî ra açarnayox:
Seyîdxan Kurij.....................................................................16
Bo çi dinivîsim? / ji îngilîzî: Yonca Sarsilmaz.............17
Stêrk / ji swêdî: Anya Mîran .........................................17
Ev şev e / ji almanî: Tengezar Marînî...........................18
Biryar / ji rûsî: Karîna Osêyan.......................................18
Axa tu kesî / ji îspanyolî: Jiyar Homer........................19
Evîna têrnebûyî / ji almanî: Nûwar..............................20
Şev / ji îtalî: Selîm Nalî Gulfiraz ....................................21
Heft Haîkû / ji îngilîzî: Sidîq Gorîcan...........................22
Piştî ku çavên min bûn du cewherên zelal,
min ew ji xwe xistin / ji erebî: Ciwan Qado..............24
Name / ji îngilîzî: Rizgar Elegez ....................................25
Ji George Sand re I / ji fransî: Hekîm Batî .................26
cîlweya saqî / ji farisî: Sînan Gavdûr...........................27
Çend parçe helbest / ji erebî: Besam Mistefa .........29
Nêrgiz / le swêdiyewe: Bawar Breinholt...................30
Rîta / ji erebî: Salih Bozan...............................................31
Ji Nava Zeviyan Were Yabo / ji îngilîzî:
A.Rahman Çelîk.................................................................33
Roja te bi şekir be / ji erebî: Diyala Elî........................34
Xoşim dewîst / le îspaniyewe: Jiyar Homer.............35
Hatina Duyem / ji îngilîzî: Micho Weis.......................36
Xewneke perîşan / ji farisî: Ebas Mûsa ......................37
Evîn piştî evînê / ji îngilîzî: Jaff......................................38
Marianne Davidson, 74 salî / ji swêdî:
Serkan Birûsk......................................................................41
Min gelek ji wan dît / ji fransî: Îbrahîm Xelîl.............42
Ez bi zimanê cîhanê axivîm / ji holandî:
Hebhinarkê..........................................................................43
Hesp / ji îspanyolî: Mem Alan ......................................45
Ramedîna li hemberî deryayê / ji galîsyanî:
Ûrfan Kenî............................................................................46
“Hêvî” ew tişta bi perrîk e / ji îngilîzî: Aydin Ekîn ...47
Stran bo bizavkirinê / ji almanî: Yasemîn Acer........48
Awaza kevir / ji farisî: Ebas Mûsa.................................48
Wekî mirinê / ji ermenî: Seyrana Celad.....................49
Di dema barana zîvîn de / ji îngilîzî: Azad Rêbiwar.50
Baxçe / ji fransî: Kevokê..................................................51
Baxçe / ji fransî: Yeqîn h..................................................51
Qereçiyê sernixumandî / ji erebî: Cansoz Dabo.....52
Dara Axlemûrê / ji almanî: Hoşeng Nizarî ...............53
Lê belê belkî / ji almanî: Asya Xerzan.........................54
Du kes bûn / ji erebî: Rizoyê Xerzî...............................55
Ez dixwazim werim malê hembêza te / ji norwecî:
Salih Agir Qoserî................................................................56
Kwêrêk / le îspaniyewe: Jiyar Homer.........................57
Sê pifdankên sabûnê / ji almanî: Ciwan Qado.........59
Ez şev im / ji almanî: Tengezar Marînî ........................60
Bihar / ji almanî: Nûwar...................................................61
Şêst salan bi şûn de / ji îngilîzî: Azad Ekkaş..............62
Phoenix / ji erebî: Alan Hemo.......................................64
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Lewerger
- Yazar: Kolektîf
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 64
- Dil: Kurdî
- Baskı: Nîsan 2024
- ISBN: 978-625-6678-06-4
- Kapak: American Cilt 17 x21 CM
- Yer: İzmir