"Wê çaxê jî urf û adet wilo bûn; ta zarok derbasî hundirekî tije zilam nebûyana û yek bi yek silav nedana wan, nedibûn zilam.
Ode tije û himhimî bû û min jî hema li ber pêpelînga dikê biryar da ku ez derbasî hundir nebim û nebim zilam!"
Ev berhema wêjeyî ezmûneke vêgêranê ya bêhempa rapêş dike ku struktûrên kevneşopiya romanê derbas dike û deriyekî ji bo cîhanên hundirîn vedike ku bi sembolîzm, xewn, sawêr, mikurhatin û norandinên kitim dagirtî ne.
Roman ji neh beşan pêk tê, ango ji neh “hêk”ên ku her yek bi serê xwe wekî çîrokekê dixuye lê di paşxaneya wan de jî tayekî nepen û veşirtî heye ku hemûyan bi hev ve girêdide û wan diajo heman binemal û kaniyê. Bi rêya vê ristina wêjeyî, nivîskar dihêle ku rastî û xewn tev li hev bibin û hûrguliyên zaroktiyê di pirsên hişmendiya destpêkê werbibin.
Berhem zaroktiyê wekî xala pêşîn destnîşan dike ne wekî qonaxeke bêguneh lê wekî cihekî hestyar ku tirsên pêşîn lê rûdidin û pirsên ku heta dawîtirîn qonaxên jiyanê jî vekirî û bêbersiv dimînin. Di vê çarçoveyê de, hêmanên hêsan wekî jimartin, bêhn û sî dibin amûrên vegêranê yên ku di xwe de pîvanên sembolîk ên kûr hildigirin.
Roman çîrokeke rasterast û yekxêz naşopîne lê belê xwe dispêre dubarekirin û herikîna gav bi gav a ku dihêle çîrok hêdî hêdî û jixweber eşkere bibe; her wiha û li şûna ku rasterast çîrokê radestî xwendevan bike, xwendevan bi xwe re dibe û dike şîrovekar û vegêrê çîrokê. Ev nêzîktêdayîn taybetmendiyeke refleksîf dide berhemê bo ku vegêranê ji eyarê kevneşopiyê derxîne û wê derbasî ezmûneke hestyar bike.
"Pașîva Marê Sîrê" ne ew berhem e ku wiha zûzûka were xwendin, belam divê ku xwîner bi bêhnfirehî û baldariyeke cihêwaz di nava hûrguliyên wê de noq bibe. Hêza berhemê bi qasî ku di derbirînên wêrek û eşkere de ye, ew qasî jî di wan nîşanên bêdeng de ye û wiha jî di şîrovekirinên ku tu caran bi peyvan nayên vegotin de.
Ev berhem lêzêdekirineke hêja û berbiçav e ji bo wêjeya kurdî ya hemdem ku di heman demê de jî hewldaneke wêrek dinimîne; çi bi rêya herifandina qalibên kevneşopiyê, çi jî bi nûkirina forma vegêranê û nêzîkbûna ji mijarên kûr ên derûna mirov; mijarên ku kêm caran bi vî rengê dijwar û wêrek têne vekolan.
Berhem ji 99 rûpelan pêk tê. Helbestkar û wergêr Yeqîn h. edît û revîzekirina berhemê kiriye û berg-rûpelsazî jî ji hêla Mîran Ehmed ve hatiye kirin ku ew bi xwe jî nivîskar û dîzayner e.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Cîwan Qado
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 100
- Dil: Kurdî
- Baskı: Nisan 2026
- ISBN: 978-625-6678-69-9
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir