Xwedê me jî avêt ser
rûyê vê dinyayê; hin caran hilkumîn, hin caran em ketin û hin caran jî rabûn
ser xwe. Demeke dûdirêj bi azadî jiyan. Me têk bir em serfiraz bûn; em têk çûn
bûn êsîr. Bi kurtasî me him bihar him jî payîza vê dinyayê dît. Me nav da
çiyayên bilind, zozanan, berrîyan, erdan, avan û welatan. Me hêlînên hest, hêvî,
evîn û bîranînên xwe li wan deveran ava kirin û mohra xwe lê xist, ew bîranînên
ku me hemûyan xwe tê de didît. Me ji her bihost axê re navek afirand û navê êla
xwe lê kir; bo neyê jibîrkirin, bo li vê axa muqedes ezbeta me şax bide û
bidome. Gelek sal herikîn, em bûn parçe parçe, biçûk bûn, konê me yên reş
çilmisîn. Û zaliman em derxistin ser rêyên bitoz, ji çiyayên biberf dûr xistin,
pezên me bi destên canbazên keysbaz tarûmar kirin, ji halekî xistin halekî din;
dinya li me kirin dojeh!
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Mîhdî Perînçek
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 200
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2024
- ISBN: 978-625-6678-28-6
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir