Pirs ev e, ez çi dixwazim? Ez
dixwazim di qûntara çiyayekî Çemê Zê de û li rexê xaneke dîrokî, ku diwarên wê
xanê bi kevirên sor yên niqirandî û bi kils û cilsê hatiye lêkirin, bi navê
‘Gundê Jiyandinê’ jîngehekê ava bikim. Qûntora ku bi darên gwîzê, berûyê û
qizwanê, di bin rehm û hezkirina dardaroka şîlanê de bi kulîlkên sosin û beybûnê
û bi tayên rihan, gijnîj û tolgînê hatibe xemilandin. Qûntara ku li her derên
wê kanîkên avqerisî diherike. Qûntora ku di zivistana de, zivîna bayê û givîna
bagerê; zûrîn û reyîna seyan û lûrîna guran jê kêm nebe û wan dengan ber bi
newalê wê ve biherike. Em ê li ber wan kanîkan, xwezayeke bêhempa û bexçeyên Babîlyonê
ava bikin; wê di wan bexçeyan de ji her beşî darsêv tê de hebin û hemû dar û
ber mîna mirovê şûttazî bi hemû bedewî û qisûrên xwe li rastê bin. Di wî warî
de, Çermsorên Amerîka jî wisa dibêjin, ‘Ev xweza, ne mîrateke ku ji bav û kalên
me ji me re maye, me ew ji nevîyên xwe deyn kirîye.’ Gotina wan gotineke rast
e. Divê em vê gotinê jî ji xwe re bikin qible.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Mîhdî Perînçek
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 156
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2024
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir