"Dilbirîn Dilo bi pirtûka xwe ya yekem a
çîrokan, cîhana edebiyata kurdî bi dengekî nû û dewlemend dike. Ev berhevoka
çîrokan, ji mijarên curbecur pêk tên, Di
vê pirtûkê de, xwîner rastî qevdek çîrokan tên ku hinek ji wan mînîmal hinek ji
wan dirêj in.
Nivîskar di çîrokên xwe de li ser mijarên wekî
xiyaneta di nav jin û mêran de, evîna
welat, azadî û têkojînê disekine.
Ev van mijaran, bi awayekî lihevhatî û xweş di çîrokên xwe da bikartîne.
Her çîrok, wek neynikekê ye ku civak û takekes tê
de xwe dibînin. Ev yek dibe sedema ku xwendevan li ser jiyana xwe, civaka xwe û
pirsgirêkên heyî bifikirin.
Bi taybetî, mijarên wekî xiyanet û azadiyê, ku di
çîrokan de bi hostayî hatine pêşkêşkirin, xwendevanan dibin nav kûrahiya hestên
mirovî. Ev yek dibe alîkar ku xwendevan empati û têgihiştina xwe ya li hember
kesên din zêde bikin.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Dilbirîn Dilo
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 70
- Dil: Kurdî
- Baskı: Temmuz 2024
- ISBN: 978-625-6678-19-4
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir