Kaspar Êdî bi Kurdiye!
Berhema "Kaspar"
berhemeke girîng a li ser hêza civakê ye ku dikarê kesayetiya mirov bişkîne û
ji nû ve ava bike. Peter Handke bi rêya vê dramayê civakê rexne dike ku hewil
dide takekes bike perçeyekî pergalê.
Ev drama di qada wêjeya drama ya pêşverû de xebateke girîng
e û bandoreke mezin li ser gelek nivîskaran kiriye.
***
Wergera Kaspar,
“Ev
werger wêjeya kurdî bi berhemeke li ser asta navneteweyî wisa nirxdar
dewlemendtir dike, ji aliyê din ve ew pacên[i] nû li
ber xwendevanên wêjeya kurdî vedike, da ew aliyên hêza ziman bibînin û cureyê
wêjeyê, dirama bi çavekî nû binirxînin.
Divê were gotin, ku birêz Asiya Xerzan xebateke
payebilind di ber ziman û wêjeya kurdî de kiriye. Ji bo wergerandina berhemeke
wisa ji zimanê Almanî li zimanê kurdî divê mirov netenê xwediyê zimanekî
ewçendî berfereh û zîz be, heta ku karibe berhemeke ji vê qewareyê wergerîne
Kurdî, belê divê ew xwedî têgihiştineke wisa kûr ya dûrbîniya fîlosofî û wêjeyî
be, heta karibe çîn û şaxên vê berhema Handke li zimanê kurdî yî bindest
wergerîne.
Hijkirina birêz Asiya Xerzan ji zimanê kurdî re, û
rêzgirtina wê ji kûrahiya dûrbîniya wêjeyî û fîlosofî re di vê berhema Handkê
de, - ev yek di hevokên vê wergerê de dixuye - dihêlin ez bigihime wê baweriyê,
ku ev wergera birêz Asiya Xerzan hêja bû, xelata Nobel wergire, heke ev xelat
ji bo beşê wergeravaniya wejeyê jî heba.
Bi vê wergerê drama Kaspar dibe beşek ji çanda
me yî kurdî jî. Ew bangî me dike, da em werin, li pirsên girêdayî mirov û
jiyanê bi çavên zimanê xwe temaşe kin. Êdî weke ez dibînim, ev berhem wê ne tenê
bandorê li wêjeya me yî kurdî bike, lê ew ê, ji ber ramanên tê de hatine hûnandin,
bandorê li hişmendiya civaka me bi giştî bike.”
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Peter Handke
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 112
- Dil: Kürtçe
- Baskı: Tirmeh 2025
- ISBN: 978-625-6678-47-
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir -Werger: Asya Xerzan