Hêvî ji têkoşînê, derfet ji bawerîyê dertê. Kesên xwedî armancên mezin
her demî bi astengîyên mezin re rû bi rû dimînin, lê qet ji ya xwe venagerin.
Derfetan çêdikin, çareyan peyda dikin û li ser rêya xwe bi israr dimeşin, heta
dilê xwe aş bikin tê dikoşin.
Mirov hesretkêşê tişta jê maye muhrûm e. Bi wê hesretê ji xwe re xeyalan
ava dike, wan xeyalan dixe rastîya jîyanê û di jîyana xwe de ji bo wê rastîyê
bi her cureyî xebatê dike da xwe bigihîne wê rastîyê.
Mijara Mala Bihewz hesreta kesekî hevdeh salan di zindanê de mayî
tîne ziman. Bi çîroka xwe li xwendayên xwe dide nişan ka kesekî xwedî vîn çawa
li hemberî her cure astengî dikare bi jîyaneke asayî, bi hişê şîyar, bi dilê
hêvîdar û bi tevgereke mînak, bi silametî xwe biparêze û berê xwe ji armanca
xwe qet ba nede.
Mala Bihewz geh dijberîya vîn û
evînê dide ber hev, geh wan berdide hev, lê her carê jî bi hostayî wan li hev
tîne. Ji dijberîyan lihevanînan ava dike. Bi çîrokên navxweyî xwendayên xwe bi
mereq û kelecan li pey xwe dibe û tîne, lê di heman demê de derbarê mijarên
girîng de wan dixe nava fikr û lêpirsînên kûr.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Alî Îhsan Dost
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 246
- Dil: Kurdî
- Baskı: Reşemî 2026
- ISBN: 978-625-6678-55-2
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir