Penaberî,
gerîna li cihekî ewle ye. Penaber dema
derdikeve ser rê, dev ji her tiştê xwe berdide û bi hêvîya peydakirina cihekî
sitare û jîyaneke aram berê xwe dide rêyên dawîyên wan nedîyar. Li alîyekî hêvî
heye, li alîyekî her cure astengîya kes û dewlet û şertên asê yên erdnigarîyê
hene. Nasname, çand û bawerî barê giran ê her penaberî ye.
Ehmed Sedef di vê pirtûkê de, li ser
avabûna nirx û sembolên nû yên civaka kurd, ka bi çi zehmetî û êşê çêbûne
disekine. Herwiha her cureyê xwebûnê, ji nasname û pênaseyên zayendî bigire
heta fikr û bawerîyên dijwar, raberî civakê dike. Çîroka xwe carnan di nava
sînorên qedexekirî yên civakê de bi wêrekî digerîne, carnan ji xebatên çandî,
hûnerî û zanistî heta her cureyê berxwedanê, bi xwebûneke nakok, rewşa
çand û bawerîyê bi hest û xwestekên karekteran re dide ber hev û dihûne.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Ehmedê Sedef
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 380
- Dil: Kurdî
- Baskı: Pûşper 2026
- ISBN: 978-625-6678-67-5
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir