Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Nazenîn

Nazenîn
Yeni -20 %
Nazenîn

Hin hest hene ku bi gotinan nayên vegotin, lê di helbestan de dibin dengê dilan...

Nazenîn, dîwana helbestên Tahir Dînarî, xwendevanan vedixwîne rêwîtiyeke di navbera evîn, hesret, dûrbûn û ramanên kûr ên jiyanê.

Di vê dîwanê de, carinan evîn dibe birînek, carinan bîranînek û carinan jî hêviyek ku di dil de her tim zindî dimîne.

Helbestên wî ne tenê dengê evîndariyê ne; di heman demê de neynika hestên mirovî, jiyana civakî û lêgerîna wateya hebûnê ne.


Min nehêle bê te dijwar e tu jîna min bibîn
Ev temen borî li ber te wer evîna min bibîn

Nalenalê min bi şev tên xwîn ji cergê parepar
Fêhm bike j'bil te heram be wer nivîna min bibîn

Ev du sal in te ji wê xeml û cemalê dûr kirim
Ne hêsan e ez ketim kûr dûrebûna min bibîn

Hez dikim ger ku kenê xelkê hemî ser min were
Carekê destan dirêj bik hizn û şîna min bibîn

Ne tu be derdê me hênik nabe wê tim sincire
Nav derûnî tu tenê zane birîna min bibîn

Navê te naçe ji ser zar kit bi kit yara delal
Ev ne hal û tehemul e sebr û tîna min bibîn

Te bi wan naz û giraniyan gelek paqij kirim
Tahir im îro dikarî nazenîna min bibîn

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 100
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Tahir Dînarî
  • Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 174
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: Berfenbar 202
  • ISBN: 978-625-6678-90-3
  • Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
  • Yer: İzmir
₺280,00
₺350,00
Vergiler Hariç: ₺280,00
1 adet ve üzeri ₺280,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .