Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Şikeft (Xweşiya Li Ber Mirinê)

Şikeft (Xweşiya Li Ber Mirinê)
Yeni -20 %
Şikeft (Xweşiya Li Ber Mirinê)

Ev roman li ser mikurhatin û poşmaniyên li ber mirinê hatiye sazkirin. Nivîskar xwestiye bi xwendevan bide nişandan,  gava merov ber bi mirinê ve diçin li çi vedigerin. Atmosfera şikeftê rûyê sêzdeh kesan radixîne ber çavan. Hewla xelasbûnê her tiştî bi me dide jibîrkirin. Û em bala xwe didin aksiyona di wî cihê teng û bi xof de. Pirçîbûn,çavnebarî,mar û duvpişk,mirin û evin… Ev roman wê heta roja sêzdehan jî we bikşîne nav rûpelên xwe…


***

Di serî de hin kevirên biçûk ji jor de ketin xwarê. Kesên li ber deriye şikeftê bûn, ji bo xwe biparêzin, ji ber derî bi dûr ketîn. Li ke­virên diketin temaşe kirin. Hîmekî mezin ji jor de ber bi derîyê şikeftê ve gêr bû, kete ser wê dikê. Mîna ku tu kulmek nok li tehtê xênî, her kes ber bi hêleke hundirê şikeftê ve pen­gizîn. Di serî de jinan kirin qîrîn. Ku di qîrînan de, mina ava li ser kuçik dikele; him ji bo tiştê qewimî, him jî ji bo ihtimala dû wê kelecanek heye. Pirê wan, mîna simbilên genim, ên ku dikevin ber bayê  kesê zalim, lerizîn. Xofekê wan girt. Tirsa wan bilind bû, mûyên canê wan gij bûn. Paşê jî, hin kevirên din yên mezin ketin ser wî hîmî.  Hema hema devê şikeftê hate xetimandin. Hew li jorê devê şikeftê piçek valahî mabû û ronahîyeke gewrê tarî di wir de derbasî hundir dibû. Wer xuya bû, xweza li wan hatibû xezebê… 


Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 100
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Mîhdî Perînçek
  • Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 186
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: Tebax 2026
  • ISBN: 978-625-6678-73-6
  • Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
  • Yer: İzmir
₺320,00
₺400,00
Vergiler Hariç: ₺320,00
1 adet ve üzeri ₺320,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .